Şerê ku DYE û Îsra,lê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê da destpêkirin, bi awayekî rasterast bandorê li gelek welatan dike û krîza enerjiyê bandoreke gerdûnî afirand. Erebistana Siûdî gef xwarin. Îranê got ez ji bo ‘’şerê demdirêj amade me.’’ Bîlonçoya mirovî giran dibe.
DYE, Bahreyn, Urdun, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî danezaneke hevpar êrîşên Îranê yên li seranserê herêmê yên bi moşek û ÎHA’yan bi zimanekî tund şermezar kirin.
KUWEYTÊ BI ŞAŞÎ SÊ BALAFIRÊN DYE’YÊ XISTIN
Pentagonê diyar kir ku di çarçoveya operasyona Îranê de leşkerekî DYE’yê yê din jiyana xwe ji dest daye û bi tevahî çar leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Kuweytê jî ragihand ku wê di dema şer û pevçûnên dijwar de bi şaşî sê balafirên DYE’yê xistine; hate ragihandin ku şeş personel bi saxî rizgar bûne.
EREBISTANA SIÛDÎ GEF LI ÎRANÊ XWARIN
Erebistana Siûdî jî hişyarî da Îranê û got ku ger Aramco were hedefgirtin ew ê li binesaziya petrola Îranê bixin.
LI TEHRANÊ NAVENDA SERWÎSA LEZGÎN HATE HEDEFGIRTIN
Çapemeniya Îranê jî îdîa kir ku navenda serwîsa lezgîn hatiye hedefgirtin û hin personel birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê li Tehranê li dijî ‘’hedefên aîdî rejîmê’’ êrîşên hewayî yên nû û berfireh dane destpêkirin.
ÎRANÊ GELEK MOŞEK AVÊTIN ÎSRAÎLÊ
Îranê da zanîn ku wê li dijî Îsraîlê pêla moşekan a 11’emîn daye destpêkirin. Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku wê lihemberî bomberdûmana DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê û kuştina serokê olî Xameneyî êrîşeke moşekan ya nû pêk aniye.
LARİCANİ: ÎRAN JI BO ŞERÊ DEMDIRÊJ AMADE YE
Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê Ali Laricani anî ziman ku Îran ji bo şerê demdirêj amade ye. Laricani beriya niha jî ihtîmala muzakereyeke li gel DYE’yê red kiribû.
ÎSRAÎLÊ GEF LI HIZBULLAHÊ XWARIN: WÊ DAWIYA WÊ WEKE XAMANEYÎ BE!
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama operasyonele li Beyrûdê de Hasan Maqlad ê ku weke berpirsiyarê îstixbarata Hizbullahê dihat naskirin, hatiye kuştin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz bi zimanekî tund gef li rêveberiya Hizbullahê xwarin û got ku wê operasyon berdewam bikin.
KRÎZA ENERJIYÊ KÛR DIBE
Katar Energyê diyar kir ku ji ber şerê li herêmê wê hilberîna LNG’ê daye sekinandin. Piştî vê biryarê li Ewropayê buhayê xazê ji sedî 30’î zêdetir bilind bû.
BALAFIRGEHA QIBRISÊ HATE VALAKIRIN
Li Qibrisê li ser tespîtkirina ‘’cismeke biguman’’ termînaleke li Balafirgeha Bafê hate valakirin û Yewnanistanê jî da zanîn ku wê du firkateyn û balafirên şerî yên cure F-16 şandine giravê.
RÛSYAYÊ BANGA AGIRBESTÊ KIR
Rûsyayê jî bang ‘’agirbesta demildest’’ li aliyan kir û êrîşên li ser hedefên sivîl şermezar kirin.
BÎLANÇOYA MIROVÎ
Li gorî beyanên aliyan bilançoya dawîn bi kurtî wisa ye:
Îran: Heyva Sor a Îranê diyar kir ku di encama Îsraîl û DYE’yê de zêdetirî 555 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê diyarkirin ku bi sedan jî birîndar hene. Tê tehmînkirin ku ger êrîş berdewam bikin bilanço wê girantir bibe.
Îsraîl: Hate ragihandin ku di encama êrîşên bi moşekan ên Îranê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Welatên Kendavê:
- Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî : 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 58 kes birîndar bûne.
- Kuweyt: Kesekî jiyana xwe ji dest daye, 32 kes jî birîndar bûne.
- Peravên Ummanê: Di encama êrîşeke li ser tankereke petrolê de kesekî jiyana xwe ji dest daye.
- Lubnan (Êrîşên Îsraîlê): Herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane û 149 kes jî birîndar bûne.
https://kurmanci.anf-news.com/rojhilata%20navin/hikumeta-lubnane-karen-leskeri-yen-hizbullahe-hemu-qedexe-kir-209591